Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlek heye ku Husiyan bixne nav lîstê teroristî a Yeketiya Ewrûpayê

13:19 - 19 Çirriya paşîn 2026

Tîo Firankên, Wezîrê Berevaniya Biljîkê, roja Pênicşemî 28ê Xezelwerê li tora civakiya X de ragehand ku hikumeta wî welatî piştî hewildan bo evê ku navê spaha pasdaran bixne nav lîsta Rêkxiravên teroristî a Yeketiya Ewrupa ve, niha dixwaze heman hewil li hemebr husiyên ser bi Komara Îslamî de peyrew bike.

Wezîrê Berevaniya Bêljîkê, Husiyan bi yekek din li dawûdestkên Komara Îslamî li deverê da xûya û spasiya Maksîm Pirovo, Wezîrê Derve ê welatê xwe li ber hewil û pêngavên wî li vê peywendiyê de kir.

Îro li piraniya welat û Navendên Navdewetî de, girûpa Husiyên Yemenê wekî rêkxiravek terorîstî hatiye naskirin.

Di vê pêxemê de jî çendîn welat û aliyên fermî, ji wan Amerîka, Erebistan, Îmarat, Kanada, Usturaliya, Niyûzlend, Behrên, Malêzî, Okrayîn û dewleta yasayî a yemenê, Husî xistine nav lîsta terorê de.

Ew pêngav piştî zincîre êrîşên mûşek û dironî bo ser deverên medenî, têkdana ewlehiya deverê û metirsiya xistina ser hatin û çûna keştiyên bazirganî li deryaya sor de daniye.