Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, êvara Çarşemê 18ê Çirrya Paşîn a 2026an, hemberî (27ê Xezelwera 1405an), biryarnameyek li ser "Rewşa Mafên Mirovan li Komara Îslamî ya Îranê" bi 76 dengên erê, 27 dengên na û 64 dengên bêalî pesend kir.
Ev biryarname ku her sal bi pêşengiya hikûmeta Kanadayê tê pêşkêşkirin, nîgeraniyên kûr ên civaka navneteweyî li hemberî "binpêkirina berfireh a mafên mirovan li Îranê" tîne ziman. Di naveroka biryarnameyê de bal hatiye kişandin ser mijarên girîng ên wekî zêdebûn û cîbicîkirina cezayên darvekirinê, girtinên xweserane, binpêkirina mafên jinan û herwisa sînordarkirin û cudakariya li dijî kêmîneyên neteweyî û olî.
Qirar e ev biryarname di meha Kanûnê de ji bo dengdana dawî ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re bê şandin.
Di dema dengdanê de, Amerîkayê dengê bêalî da vê biryarnameyê, lê nûnertiya wî welatî li Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de zelal kir ku ev helwest nayê wateya "nermbûna siyasetên Amerîkayê li hemberî Tehranê".
Nûnerê Amerîkayê Dan Negrea sedema dengê bêalî yê welatê xwe bi wê yekê ve girê da ku li gorî Waşîngtonê, biryarname tevî şermezarkirina reftara hikûmeta Îranê li hemberî xwepêşander û girtiyan, di warê "lêpirsîn û berpirsyarkirina Tehranê" de bi têra xwe tund û biryardar nebûye. Wî di dawiya peyama xwe de bang li cîhanê kir ku rê nedin rejîma Îranê bigihîje çavkaniyên darayî da ku nikaribe zext û tepeserkariyên xwe li dijî xelkê Îranê bidomîne.