
Roja Dûşemî 3`ê Rêbendana 1401`ana Rojî, “Saman Nebî Girosî” yê xelkê bajarê Kengawer û rûniştiyê Kerecê, li girtîgeha Navenda Kerecê hat îdamkirin.
Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, Saman Nebî Girosî temen 30 salî, pêştir bi tohmeta kirîn û firotina madeyên hişber hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha Yasayî ya rejîmê ve cezayê îdamê bi ser de hatibû sepandin.
Her di vê pêwendiyê de, roja Yekşemî 2`ê Rêbendanê, cezayê îdamkirina girtiyekî din yê bi navê “Sabîna Îsmaîlzade” û temen 30 salî û kurê Xalid û xelkê bajarê Mihabadê li girtîgeha Navendî ya Kerecê hat îdamkirin.