Roja Sêşemî 4ê Rêbendanê welatiyekî Kurd yê bi navê “Osman Perdedar” xelkê bajarê “Serdeşt”ê ji aliyê hêzên rejîmê ve li wî bajarî hat binçavkirin û bo cihek nexuya hat veguhastin.
Hêzên rejîmê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîşkirine ser mala wî welatiyê Kurd û navbirî binçavkirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq qedera wî û tohmetên ku li dijî hatinî sepandin ji ber dest nîne.