Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûssî: Ji Bercamê bi tenê tûkilê vê maye

10:09 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Berpirsê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafaêl Girûssî” di konferanseke rojnamevaniyê digel Komîteya Siyaseta Derve ya parlemena Ewropayê argihand: “Rêkevtina navkî ya digel rejîma Îranê êdî niha bi tenê tûkilek vala ye”.

Berpirsê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafaêl Girûssî” roja Sêşemî 4ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand: “Tevî vê yekê ku heta niha ti welatek beşdar li Bercamê ev rêkevtin bi “jinavçûnê” ranegihandiye, lê ti yek ji sozên vê rêkevtinê nayêne berçavgirtin, tev xalên vê rêkevtinê heta niha çendîn caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binpêkirin, niha Bercam bilî tûkilek vala ti tiştek din nîne”.

Ji aliyek din ve Nûnerê Taybet ê Amerîka li Karûbarên Îranê “Rabêrt Malî” li ser rûpela xwe ya tora civakiya “Twitter”ê nivîsandiye: “Me niha bawerî bi dîplomasiyê heye, lê di heyama çend mehên derbasbûyî de ku Îranê pişt bi rêkevtina Bercamê kir, me hemû hêz û şiyana xwe xiste ser vê yekê ku çawa em bikarin li hember kuştin û serkutkirina xelkê serhildêr ji aliyê vê rejîmê ve bisekinin”.