Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlata PDKÎ spasnameyek rû li endam û alîgirên hizbê belav kir

10:17 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi weşana spasnameyekê, destxweşî û mandûnebûnî ji endam û alîgirên hizbê li navxweyê welat kir.

Deqa spasnameyê wiha ye:

Spasnameya Navenda Teşkîlata PDKÎ

Xelkê xebatkar ên Kurdistanê!

Endam û alîgirên PDKÎ!

We têkoşer û xebatkarên hêja, li 2ê Rêbendana îsal, di 77emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê de, tevî rewşa metirsîdar a hêzên tepeserker ên rejîma Îranê, bi cesaret û dilsoziyeke herî mezin ve erkên xwe yên rêkxistinî û hizbî bi rê ve bir û we reng û bêhnek din bi wê hilkefta mezin bexşî. Lewam em bi germî spasiya we dikin û destê we yê mandûnenas diguşînin.

2ê Rêbendana îsal di demekê de ye ku şoreşa “jin, jiyan, azadî” bi pêşengayetiya gelê me di Îranê de bi germî ve bi rê ve çû. Em hêvîdar in ku bi zûtirîn dem ev şoreşa mezin bigihe bi encamê û hem gelên din ên Îranê di bin zilm û zordariya Komara Îslamî de rizgar bin û hem jî gelê me carek din bigihe bi hêviyên Komara Kurdistanê û ruhê Pêşewayê mezin şad be.

Bê guman Komara Kurdistanê û destkevtên vê, lûtkeya xwast û mafxwaziya Kuristanê, di Îraneke demokratîka fedral de xebata bêwestan a gelê me ye.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat! Xebat û çalakiyên we di yada pîroz a Komara Kurdistanê de, mezinahiyek din ji têkoşîna we ya çalakene di şoreşa Jînayê de bû ku we bi hizb û tevgera xwe bexşî.

Navenda Teşkîlata PDKÎ, carek din bi emeg û pêzanîn ve destê we yê mandûnenasî diguşîne û dilgerm û piştqahîm e bi hêz û wezya we heta serkevtinê. Alxahîn bin gurr û têna di xebata we de, dujmin mandî kiriye û xistiye qedeman û Kurdistan serdikeve!

Silava li Komara Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed yê Serkomar û rêvîngê wê rêbazê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlatê

Rêbendana 1401an a Rojî