Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka; Bo rêzgirtin ji yada avakirina Komara Kurdistanê semînarek hat lidarxistin

11:04 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Bo rêzgirtin ji 77emîn salvegera avakirina yekemîn Komara Kurdistanê, di bajarê Waşîngton a Amerîkayê de Semînarek ji aliyê Komîteya vê Hizbê li Amerîkayê hat lidarxistin

Roja 2ê Rêbendanê beranber bi 22ê Kanûna Paşîna 2023an a Zayînî, Komîteya PDKÎ li Amerîkayê, bona bilindragirtina yada 2ê Rêbendanê di 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de, semînarek bi beşdariya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera Waşîngtonê lidar xistin.

Di destpêkê de berpirsê Komîteya Hizba Demokrat li Amerîkayê, “Xebat Îbrahîmpûr” bixêrhatin ji mêvanan kir û piştre basek kurt li derheq roja avakirina Komara Kurdistanê pêşkêş bi beşdarbûyên semînarê kir û piştre berpirsê pêwendiyên Hizba Demokrat li Amerîkayê “Areş Salihî” û beşdarbûyan semînar domandin

Di destpêkê de pirofesor “Dêyvîd Romano” şerezayê zanista siyasî got: “Hindek kes û alî bi îşarekirin bi vê yekê ku temenê Komara Kurdistanê 11 meh bûne, vê Komarê bi projeyeke serkevtî nas nakin, lê di rastiyê de ez bi vê gotarê dixwazim bidim selimandin ku Komara Kurdistanê, projeyeke serkevtî ya nasiyonalîzma Kurd bûye. Herwisa “Dêyvîd Romano” got: “Ew damezraveyên serdema Komara Kurdistanê û herwisa biha û nirxên ku Komara Kurdistanê berhem anîn ên wek “Pêşmerge, Ala, beranberî û wekhevî, wekheviya jin û mêr û dadperweriya civakî”, binyata sereke ya nasiyonalîzma Kurdî bûn.

Herwisa navbirî got: “Rejîma Tehranê li hember şoreşên din, ji hemûyan zêdetir ji Komara Kurdistanê tirsiyaye, bi vê sedemê ku Komara Kurdistanê alternatîfek pêşkevtî hatiye dîtin, ew jî netenê her bi neteweya Kurd belkû bi neteweyên serdest ve jî”.

Piştre “Ceng Sagnîc” basek giştî li ser lêkolînên zanistên xwe di zanîngeha “Têlavîv”ê de pêşkêşî beşdarbûyan kir, basa sereke ya “Ceng Sagnîc” ev yeka bû ku berewajiyê gelek ji wan ku dixwazin ji bihaya Komarê kêm bikin, dibêjin ew di bin bandora Soviyetê de bûye, ew Komar di encama proseyeke hişmendî ji nav  tex û qatên civaka Kurdistanê de bûye.  

 

Di berdewamiyê de bi piştrastkirin bi belgeyên Hizba Demokrat û Komeleya “JK”ê, her du binyatên hizrî û pêgeha civakiya Komara Kurdistanê bo amadebûyan şirove kir û got: “Komara Kurdistanê berî avakairina vê, di hizr û xeyala rewşenbîr û elîtên siyasî yên Kurd de pêk hatibû”.

Di beşa Duyem a semînarê de, peyamek ji aliyê “Baran Reşîdî” ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiya semînarê de helbesteke “Nadir Qazîpûr” ji aliyê  “Ceifer Feqînebî” ve hat xwandin.