Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çona 50 xwendekarî bo zanîngeha Urmiyê hatiye qedexekirin

11:49 - 3 Kanûna Paşîn 2023

Piştî derbasbûna zêdetir ji 100 rojan ji serhildana xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, navendên ewlehî yên rejîma Îranê çona 50 kes ji xwendekarên zanîngeha bajarê Urmiyê bo zanîngehê qedexe kirin.

Pêka nûçeya rojnameya “Şerq” a girêdayî rejîmê, 20 xwendekar ên zanîngeha teknîk û 15 kes ji zanîngha Dampizîşkî û bi gelemper 50 kes ji zanîngehên bajarê Urmiyê ji çûna bo zanîngehên xwe hatine qedexekirin û ew xwendekar ji xizmetguzariyên zanîngehan jî hatine bêparkirin.

Herwisa rojnameya girêdayî rejîmê di rapora xwe de daye zanîn ku, ew xwendekar ji xizmetguzariyên zanîngehan ên weke bêparbûn ji xevtingehan, xwaringehên zanîngehê, bê parbûna demkî û heta 3 têrmên hînkariyê, pirtûkxane û waneyên online hatine bêparkirin.

Wê rojnameya girêdayî rejîmê di rapora xwe de berdewamkiriye ku, berpirsên wan zanîngehên bajarê Urmiyê bi tekezkirinê gotine ku tevahiya wan biryaran ji derveyî zanîngehê hatine dan û biryar dan ji destê parastina zanînmgehê derkevtiye.