Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê Hizba Demokrat li bajarê Rebetê Koça dawiyê kir

11:06 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrat “Tofîq Salihî” bi sedema sekteya dil li bajarê “Rebet”ê koça dawiyê kir.

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, Roja Sêşemî 4ê Rêbendana 140an a Rojî, pêşmergeyê berê yê Hizba Demokrat û endamê dilsozê vê Hizbê “Tofîq Salihzade”, bi sedema sekteya dil koça dawiyê kir.

“Tofîq Salihzade” piştî herifîna rejîma Pehewlî û avabûna binke û bargehên Hizba Demokrat li gund û bajaran de, li sala 1357an a Rojî bû bi pêşmerge û piştî “fitwa Cîhad” a Xumêynî bi dijî Kurdistanê, li hember dujmin sekinî û di şerên rêya Bane-Serdeştê de beşdarî kir.

“Tofîq salihîzade” bi sedema rewşa aborî ya malbata xwe û li ser îzna Hizbê, zivirî gundê xwe yê bi navê “Wiswekel”ê û heta dawiya jiyana xwe emegnasê rê û rêbaza Hizba Demokrat ma.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî sersaxî gotin bi malbata rêzdar a “Tofîq Salihîzade”, xwe bi hevparê xema wan dizane.