Encumena Komarîxwazên Îranê dê li rojên bê de konferansek di bin navê “bihêzkirina şoreşê li Îran” bi beşdariya Berdevkê PDKÎ bi rê ve bibe.
Biryar e di çend rojên bê de Encumena Komarîxwazên Îranê, li Waşingtonê konferansekê di bin navê “bihêzkirina şoreşê li Îran” bi beşdariya Berdevkê PDKÎ rêzdar “Xalid Ezîzî” bi rê ve bibe.
Roja Yekşemî 15ê Rêbendana 1401an a Rojî, ew konferanse li hola kolêja “Newa” li “Elêksandiriya” li herêma Waşingtonê bi beşdariya Berdevkê PDKÎ rêzdar “Xalid Ezîzî”, Husên Şerî`etmedarî, Şukriya Biradostî, Mehdî Erebşahî, Ferzane Bezirpûr, Şehriyar Ahî û Elî Efşar” bi rê ve diçe.