Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin

11:12 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 3ê Rêbendanê, welatiyekî xelkê gundê “Çor” yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê yê bi navê “Se`dî Xefarî” di berdewamiya binçavkirina xelkê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hat binçavkirin.

Hêzên rejîma Îranê di dema binçavkirina navbirî de êrişî ser mala wî kirine û bi tundûtîjî ew welatiyê Kurd binçavkirine û di dema binçavkirina wî de dest bi ser mobayîlên endamên malbata navbirî de jî girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek li derheq tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin û cihê mana wî ji ber dest nîna.