Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Finlendayê salvegera avakirina Komara Kurdistanê bilind hat ragirtin

11:13 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Roja Şemî 1ê Rêbendanê ji aliyê Komîteya Giştî ya PDKÎ li welatê “Finlenda”yê bo bilind ragirtina yad û bîra Komara Kurdistanê semînarek hat lidarxistin.

Semînar li bajarê “Hêlsînkî” û bi beşdariya Dr.“Kiwêstan Gadanî” endama Rêveberiya PDKÎ û hejmarek zêde ji endamên Hizbê, kurdistaniyên rûniştî li welatê “Filenda”yê nûnerên rêkxiravên medenî û aliyên siyasî yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi rê ve çû.

Di vê semînarê de Dr.“Kiwêstan Gadanî” gotarek taybet bi avakirina Komara Kurdistanê û destkevtên Komarê û şoreşa nû ya gelên Îranê pêşkêşî amade bûyan kir.

Dr.”Kiwêstan Gadanî” di gotinên xwe de bas ji vê yekê kir ku, piştî 77 salan avakirina Komara Kurdistanê niha jî, di nêzî 4 mehên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de ew daxwazên dêmokratîk û pêşkevtinxwazane di siloganên xelkê serhildayî de xuya bûn.

Herwisa ji aliyê alî û rêkxiravên weke “Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê, Komeleya Rêkxiravên Kurdistanî Hizba Komonîsta Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goran, Federasiyona Komelên Kurdên Finlendê, Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, Yekîtiya Jinan û Lawan yên PDKΔ peyamên pîrozbahiyê û deste gul bi hilkefta 2ê Rêbendanê hatibûne şandin.

Di vê rêûresimê de “Reşîd Feyîznijad” sirûdek taybet bi şoreşa “Jîna” yê pêşkêşî amadebûyan kir.