Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mîrdost Serferazî girtiyê Belûç biguman canê xwe ji dest da

16:22 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 3`ê Rêbendana 1401`ana Rojî, Mîrdost Serferazî girtiyê Belûç yê li girtîgeha bajarê Pehre, rojek piştî dabînkirina barimteyê bona hatin bo mirexesiyê bi awayê biguman canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Resed”a Belûçistanê, Mîrdost Serferazî li dawiya sala 1400`an li rêya Îsfehanê bi tohmeta hilgirtina madeyên hişber hatibû binçavkirin û piştire dadgehên rejîmê 25 sal cezayê girtîgehê bi ser de sepandibûn.

Pêka zanyariyan, Mîrdost nêzî 10 mehan berî niha bo girtîgeha Pehre hatibû veguhastin û berî veuhastina wî bo wir jî,  navibrî ti nexweşiyek tunebûye.

Rapora salane ya sala 2022`an ya Kempeyna Çalakvanên Belûç ragihandiye ku, li koma 11 raporan de, aliyê kêm du girtiyên Belûç bi sebeba pêranegihîştinên pîzişkî, girtiyek bi di bin îşkenceyê de û yek jî bi bê sedem li girtîgehan de canê xwe ji dest dane.