Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî girtina rojnamevanan / dayîna cezayên giran ji bo wan şermezar kir

17:02 - 25 Kanûna Paşîn 2023

Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan di daxuyaniyekê de îşare bi 33 rojnamevanên girtî kir û ji rayedarên rejîma Îranê daxwaza serbest berdana hemû rojnamevan kiriye.

Wê federasyonê di daxuyaniya xwe de, ji rejîma Îslamî daxwaza azadiya gotinê li welat de jî kiriye.

Her di vê pêwendiyê de, Sekreterê Giştî yê Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî “Anthony Belanger” jî got: "Em ji çarenivîsa hevkarên xwe yên di girtîgehan de û hewldanên berdewam ên hikûmetê ji bo tundkirina kontrola xwe ya li ser medya û rojnamevanan pir nîgeranin û em daxwaza azadkirina bilez a hemû rojnamevanan dikin.

“Anthony Belanger” di berdewamiyê de jî gotiye, em ji rayedarên Komara Îslamî daxwaz dikin ku şert û mercên rasteqîne ji bo demokrasiyê li welat de biafirînin.”