Endam û alîgirên Hizba Demokrat li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bi lidarxistina çalakiyên banghêjî bi hilkefta 2ê Rêbendanê li 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de herwisa berdewam in û di asta herî bilinda bivêriyê de, şaneke din bi vê roja pîroz dane.
Herwisa endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiyê, li ser rêya sereke ya Urmiye-Mirgewer, bi nivîsandina silogana 2ê Rêbendanê pîroz be û bo rakêşana bala zêdetir a xelkê, alaya Kurdistanê bilind kirin û yada 2ê Rêbendanê di 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de pîroz kirin.
Di wan cihên devera Mirgewer de çalakî hatin lidarxistin: “Topizava, Girdwan, Jarava, Lorzine, Jereje, Eliye, Nuwê, Sosnava, Bêrasp, Gulistane û bajarokên Dizê û Zêwe”.
Hevdem di gundên “Mawiyan, Tîleko û Ahengeran”ê girêdayê bajarê Kamêranê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, yada 2ê Rêbendanê bilind ragirtin û soza emegnasiya xwe li ser rêbaza Hizba Demokrat nû kirin.
Di bajarê Şinoyê de li gundên “Qurûşawê, Xaltawê û Pirdawê”de bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, 77emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê pîroz kirin û pêdagirî li ser soza xwe bo domandina xebata xwe kirin.
Têkoşerên Demokrat di bajarê Baneyê de û herwisa gundê “Xatûxas”ê ser bi bajarê Mihabadê de jî bi belavkirina berfireh a traktan şaneke din bi 2ê Rêbendanê dan û dagîrkeran re dane selimandin ku gelê Kurd heta gihîştin bi armancên Komara Kurdistanê dest ji xebat û tekoşînê hilnagire.