Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mela Seyfulla Husênî pêşnmêjê li Ciwanroyê bi 17 sal girtîgehê hat ceza dan

09:54 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Roja Çarşemî 5`ê Rêbendana 1401`ana Rojî, mela Seyfulla Husênî, endamê Şêvreya Mekteba Qua`anê û pêşnmêjê mizgefta Xatem_Elnbiya Ciwanroyê, ji aliyê dadgeha taybeta Rûhaniyet a Hemedanê bi 17 sal girtîgeh, 74 derbên qamçî û du sal dûr xistin bo bajarê Erdebîlê hat ceza dan.

Herwisa dadgeha taybeta Rûhanyet ya rejîmê ya li Hemedanê, mela Seyfulla Husênî bi “tûjkirina welatiyan li dijî ewlehiya welat, propagende li dijî nizamê, bêrêzîkirin bi avakerê rejîmê û rêberê niha yê rejîmê û alozkirina nizama giştî”, tohmetbar kiriye.

Roja Sêşemî 22`ê Sermaweza 1401`ana Rojî, hêzên serkutker yên rejîmê êrîşî ser mala mamoste mela Seyfulla Husênî kiribûn û bi tundûtîjî û bêrêzîkirinê û lêxistinê navbirî binçavkiribûn û destê hevjîa wî jî şikandibûn.