Welatiyek Kurd yê bi navê “Husên Pêtrûsî” yê xelkê Pîranşehrê, roja Çarşemî 5ê Befranbara 1401an Rojî, li ser sînorê vî bajarî bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hate birîndarkirin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de daye zanîn, hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê û bi şika hebûna tiştên qaçax, ew welatiyê Kurd di bilindahiya “Qendîl”ê de dane ber gulleyên rasterast.
Ew welatiyê Kurd ji bo tedawiya pizîşkî bo navenda dermanî hatiye veguhastin.