Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek li derheq guherînên li Îranê û şoreşa Jînayê li Swêdê bi rê ve çû

10:46 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Li 2ê Rêbendana 1401an a Rojî, li welatê Swêdê, bi mêvandariya Rêkxirawa Perwerdeyî ya Kedkarên Swêdê, semînarek li derheq guherînên li Îranê û karlêkeriya şoreşa “Jîna”yê bo Partiyên siyasî yên Kurdistanî û Îranê li hola “Folkêt” a bajarê “Yotêbori”yê hate lidarxistin.

Di vê semînarê de ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê “Aso Salih”, ji Partiya Komonîsta Kargerî “Hesen Salihî”, ji Hizba Merdomî ya Belûçan “Mihemed Kedxudayî”, ji Cem`îyetê Sosyal Demokrasî bo Îranê “Ehed Qurbanî”, ji Komeleya Rêkxirawa Kurdistanî ya Partiya Komonîsta Îranê “Gelawêj Mihemedî”, ji Partiya Komeleya Kurdistana Îranê “Ferîba Mihemedî” û ji Partiya Çep a Îranê (Fedayîyanê Xelq) “Huccet Narincî” û Partiya Meşrûteya Îranê “Ekber Eskerî” beşdarî kirin.  

Di destpêka semînarê de “Reza Talibî” bi nûneratiya Rêkxirawa Perwerdeyî ya Kedkarên Swêdê (ABF)ê tevî bixêrhatinkirin ji mêvanan, keyfxweşiya xwe nîşan da ku komek wiha ji şoreşgerên Kurd û Îranê bo bas ji tevgera şoreşgêriyê li Îranê kom bûne heta ku astengiyan û herwisa dûredîmena vê şoreşê bi hev re şirove bikin.

Her yek ji wan beşdarbûyan di çend xulekan de basên xwe pêşkêş kirin.

Tev beşdarbûyên wê semînarê, bilî nûnerê Meşrûtexwazan ku bi rêya înternetê ve beşdarî kiribû, pêdegirî li ser berdewamkirina şoreşa “Jîna”yê kirin û hizra wan ev yeka bû ku şoreşa “Jîna”yê rêberên meydanî hene û hewce bi wekîl û wesiyan nîne.