Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wêne û benêrên Qasim Silêmanî di nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên şewitandin

11:54 - 3 Kanûna Paşîn 2023

Pêka wêne û dîmenên ku di nava torên civakî de tên belavkirin, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di nêzîkbûna salroja kuştina “Qasim Silêmanî” yê terorîst de, wêne û benêrên wî ku di nava bajaran de hatine daliqandin ji aliyê xelkê azadîxwaz ve tên şewitandin an jî bi rengê xwînê tên sorkirin û xelk bi wî awayî kerib û kîna xwe ji rejîma Îranê û karbidestên wî yên terorîst nîşan didin.