Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyek xelkê Luristanê li girtîgeha Kerecê hate bidarvekirin

10:55 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Hevwelatiyek xelkê bajarê “Nûrabad”ê yê ser bi parêzgeha Luristanê yê bi navê “Ehmed Zalîtebar”, roja Duşemî 3ê Rêbendana 1401an a Rojî, li girtîgeha navendî ya Kerecê hatibû îdamkirin.

Ajansa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê daye zanîn: “Ew welatiyê Lur sê sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û sibêdeha Duşemî 3ê Rêbendanê cezayê bidarvekirina wî bi rê ve çûye”.

Di wan çend mehan de amara bidarvekirina hevwelatiyan li Îran û Kurdistanê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve gelek bilind bûye û pêka amara Ajansa Mafê Mirovî ya “Chaw News”ê tenê di meha Befranbara 1401an de, 11 welatiyên Kurd di girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin.