Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Bexadayê xwenîşandanên li dijî destêverdaên reîjma Îranê û qaçaxkirina Dollar bo Îranê hatin lidarxistin

10:59 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Roja Çarşemî 5`ê Rêbendana 1401`an Rojî, li Bexdaya paytext welatiyên Îraqî li dijî qaçaxkirina perê Dollar bo Îranê û destêverdanên rejîma Îranê di kar û barên vî welatî de xwenîşandan kirin.

Ev xwenîşandanên Îraqê li çend bajaran li hember bankên navendî yên wî welatî ji ber bilinbûna nirxa perê Dollar li hember perê Dînar û qaçaxkirina perê Dollar bo Îranê û pêşîgirtina qaçaxkirina Dollar bo Îranê hatin lidarxistin.

Pêka nûçeya Nûçegihaniya “Routers”ê, du şivêrmendên bankên taybet yên Îraqê, ku di civînên banka navendî de beşdarî dikin û nexwastine navên wan eşkere bibin ragihandine ku, hemû mehan rejîma Îranê ji rêya bazirganên Îraqê ve, nêzî 100 milyon Dollarî bo Îranê vediguhasin.

Her di vê pêwendiyê de, wezîfedarekî Hêza Polîsê sînorî yê Îraqê, li deriyê sînorî ya Şelemiçêya nêzî bajarê Besre daye eşkerekirin ku, bi dehan qaçaxçiyên pere li bazarên Îraq de perê Dollar bi çenteyên derisxwanan ku di maşînan de vedişêrin bo sînor vediguhasin.

Herwisa dewleta Îraqê ji bo pêşîgirtin ji qaçaxkirina Dollar bo Îranê ji roja Şemî 1ê Rêbendanê ve Hêza Zebde ya wî welatî ku hêza dijî terora wî welatî ye û zêdetir li dijî çekdarên Îslamgera mifah tê wergirtin niha ji bo pêşîgirtin ji qaçaxkirina Dollar bo Îranê jê mifahê wedigire.