Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê biryarnameyek bo piştevanîkirin ji xwenîandanên Îranê pejirand

11:46 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Bi piştevaniya her du Hizbên Demokrat û Komarîxwaz ên Amerîkyê bo şermezarkirina serkutan li Îranê biryarnameyek li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê, pejirandine.

Nûnerên Meclîsan Nûneran a Amerîkayê roja Çarşemî 5ê Rêbendanê, li dijî rejîma Îranê û bo şermezarkirina serkuta xwenîşanderan li Îranê, bi 420 dengên erê û yek dengê ne, biryarnameyek pesend kir û herdu Partiyên Komarîxwaz û Demokrat piştevaniya tevaw ji vê biryarnameyê kirin.

Di vê derheqê de Endama Meclisa Nûrneran a Amerîkayê ya partiya Komarîxwazan “Kilodiya Tênî” gotiye: “Xwenîşander li Îranê bo armancek bilind canê xwe dikin qurbanî; Hewce ye em li Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ku yek ji mezintirîn sembolên azadî û demokrasî li seranserê cîhanê ye, bi yekdengî piştevaniya xwe ji xelkê bivêr ên Îranê bidin xuya”.

Herwisa di vê derheqê de Cihgirê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê “Girêgorî Mîk” gotiye: “Em dixwazin ku xelkê Îranê vê yekê bizanin ku em wan dibînin, ew karên metirsîdar ên ku ew dikin û gefên ku li ser wan hene, em dizanin; Bi hêz bin û bi hêz bimînin, çimkî azadî hertim bi ser zordariyê ve, bi ser kevtiye”.