Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; li Îran û Kurdistanê 527 xwenîşander hatine şehîdkirin

11:49 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Navenda nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê (Hêrana), dawî amara şehîdên serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê belav kiriye û daye zanîn ku ji 26ê Xermananê heta 5ê Rêbendana 1401an a Rojî, 527 xwenîşander hatine şehîdkirin.

Wê navneda mafê mirovî daye zanîn, di wê heyamê de 71 zarok ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin û 168 zarok ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

“Hêrana” dibêje ku heta niha 19 hezar û 571 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku tenê nasnameya 5,047 kesan rohn bûye.

Wê navendê daye zanîn ku hejmara bajarên Îran û Kurdistanê yên ku serdhildan kirine, 164 bajar in û heta niha 1.260 kombûn li bajar û zanîngehan de hatine lidarxistin.

Wê navendê daye zanîn ku di 144 zanîngehan de, xwendekaran xwenîşandan kirine û heta niha 717 xwendekar hatine binçavkirin.