Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du keç li Îlam û Gêlan Xerbê 3 sal û sê meh girtîgeh bi ser wan de hate sepandin

12:30 - 26 Kanûna Paşîn 2023

Du keç li bajarên Îlam û Gêlan Xerbê di dadgehên rejîma Îranê de 3 sal û sê meh girtîgeh bi ser wan de hate  sepandin.

Li gor Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, xwendekara xelkê bajarê Îlamê ya bi navê “Nîgar Dawûdî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab û taya 103 a dadgeha Keyferî ya rejîma Îranê li bajarê Îlamê, ser hev bi 2 û sal û sê meh girtîgeh hate cezadan.

Nîgar Dawûdî, xwendekara rişteya Nerm Amêr a zanîngeha Îlamê, rêkevta 24ê Xezelwera 1401an a Rojî, di mala xwe de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin û bo girtîgeha Îdareya Îtliaata bajarê Îlamê hatibû veguhastin.

Her di vê derheqê de, “Husna” naskirî bi “Kejal Wetebnpûr” Şêwirmenda Yasayî  û Çalakvana Mafê Jinan a xelka bajarê “Gêlan Xerb”ê ya temen 29 salî, ji aliyê taya 3 a dadgeha Înqilab a rejîmê li Îlamê bi salek girtîgeha teizîrî, şeş meh girtîgeha ragirtî (Teilîqî), betalkirina pasporata wê û 1,100 demjimêr bi belaşkarkirinê hate cezadan.

“Kejal Wetebnpûr” roja Çarşemî 30ê Xermananê di meşa serhildan seranserî de li bajarê “Îlamê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û bi awayekî tund hatibû îşkencekirin.