Du roj berî niha nûçeyek hate belavkirin ku zêrfiroşek bajarê Urmiyê yê bi nasnameya “Mihemedselîm Fetahî” tê bêserûşûnkirin û piştî du rojan termê wî li çolatiya rêya Urmiye-Selmas tê peydakirin.
Maşîna navbirî hatiye şewistandin û ev bi xwe jî di sindoqa maşîmê de bi awayekî şewitî hate peydakirin.
Çîroka “Mihemedselîm Fetahî” wiha di nav torên civakî de wiha hatiye belavkirin: Hatiye zanîn ku bikujê navbirî du roj berî niha kaxezek xistiye nav maşîna navbirî û nivîsiye ku min ji maşîna te xistiye û tikaye digel min pêwendiyê bigire; Navbirî piştî pêwendîgirtin digel bikuj û çûn bo navûnîşana diyarîkirî, êdî ti agehiyek ji wî nebûye”.
Piştî du rojan maşîna wî digel termê wî yê şewitî li çolatiya rêya Urmiye-Selmasê hate peydakirin.
Heta niha sedema kuştin û şewitandina navbirî nehatiye zanîn.