Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zarokek 14 salî yê xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin

10:30 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 6ê Rêbendana 1401an a Rojî, zarokek temen 14 salî û yê bi navê “Komar Şabûyî”, kurê Siyamend û xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hat girtin û bo cihek nediyar hat veguhestin.

Hêzên rejîmê bi bê belgên yasayî, ev zarok di oda malbata wî de binçav kirine.

Di dema girtina vî zarokî de hêzên ewlehî yên rejîmê dest danîn ser telefon û hin kelûpelên şexsî yên endamên malbata wî û bi xwe re birin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedem û tohmetên ku bi ser wî zarokî de hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nînin.