Rejîma serkutkar a Îranê dîsan dest avêtiye bi binçavkirina welatiyan û her di vê derheqê de Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, ku di heyama çend rojên borî de, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Eskender Berderîz, Şehram Elîxanî û Xelîl Emînî” yên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Hêzên serkutkar yên rejîmê bi bê belgên yasayî, ev sê welatiyên Kurd binçav kirine û ji çarenivîsiya wan ti zanyariyek ber dest nîne.
Ev sê welatiyane di dema binçavkirinê de ji destpêragihîşin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatine bêparkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedem û tohmetên ku bi ser wan sê welatiyên bajarê Mihabadê de hatî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.