Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Feransê daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku 7 welatiyên binçavkirî yên xelkê Feransê azad bike

11:14 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Berdevka Wezareta Devre ya Feransê “An Kilêr Lojandêr” tevî şermezarekirina rewşa 7 binçavkiriyên xelkê Feranê li Îranê daxwaza azadkirina lezgîn a wan ji rejîma Îranê kiriye.

Pêka nûçeya nûçegihaniya “Asoşêytêtpirês” Berdevka Wezareta Devre ya Feransê “An Kilêr Lojandêr” gotiye ku “Lûyî Arno” yê temen 35 salî jî di nav wan 7 kesên binçavkirî de ye ku li 6ê Rezbera sala 1401an a Rojî bi armancên geştiyariyê serdana Îranê kiribû, hatiye binçavkirin û di rewşeke gelek dijwar de ye.

Dayîk û bavê “Loyî Arno” bi nûçegihaniya Feransê re ragihandibûn ku “navbirî geştiyarekî bi navûdeng e û fitneçî û sîxur nîne, ew welatiyek asayî yê cîhanê ye ku dixwaze welatên din baştir nas bike”.

Rejîma Îranê bo givaşxitin ser welatên din û cîbicîkirina siyasetên xwe yên terorîstî bo alozkirina rewşa ewlehiya cîhanê hejmarek zêde ji welatiyên biyanî û kesên du nasnameyî binçav dike û bi sepandina tohmeta sîxurî û cezayên din ên ewlehî, wan wek alaveke givaşxistinê bi kar tîne.