Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaêl Girûsî: “Îranê şiyana berhemanîna çendin çekên navkî bi dest xistiye”

11:18 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Berpirsê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafaêl Girûsî”, bi parlemana Ewropayê re ragihandiye ku rejîma Îranê niha 70 kîlo Uraniyoma meyandî bi tîratiya %60 û hezar kîlo Uraniyoma meyandî bi tîratiya %20 heye.

“Rafaêl Girûsî” roja Pêncşemî 6ê Rêbendanê, di parlemana Ewropayê de gotiye: “Rejîma Îranê Uraniyoma hewce bo berhemanîna çendîn bombên navkî heye û divê cîhan rêgiriyê ji berhemanîn çeka navkî ji aliyê rejîma Îranê ve bike”.

Herwisa navbirî di roja Sêşemiya derbasbûyî de jî bi tekezî gotibû ku rejîma Îranê Uraniyoma hewce bo berhemanîna bomba navkî heye, lê hêj nekariye bomba navkî berhem bîne.

Rejîma Îranê tevî hemû çewtekariyên xwe û pêbendnebûn bi ti prensîbeke exlaqî û navneteweyî,  berhemanîna çeka navkî înkar dike, lê berpirsê Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navkî bi tekezî daxwaz ji cîhan û welatên Rojavayî dike ku rêgirî ji rejîma Îranê bikin da ku nekare çeka navkî berhem bîne.