Bilindbûna nirxa kelûpelan li Îranê astengiyek gelek mezin bo xelkê çê kiriye û nirxa enflasyona 12 mehan a malbatan li Îranê %46.3 bilind bûye.
Xişteya nirxa enflasyona 12 mehan a malbatan ji aliyê malperên rejîmê ve hatiye belavkirin ku di vê xişteyê de parêzgehên netewên bindest di rêza serî de ne.
Li gor vê xişteyê nirxa enflasyona parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye: Luristan %51.6, Urmiye %51.4, Îlam %50.4, parêzgeha Sine %48.7 û herwisa Kirmaşan %47.5 ye”.
Eva amarek e ku ji aliyê navendên amarî yên rejîmê ve hatiye belavkirin û nirxa enflasyonê gelek ji vê yekê zêdetir e.