Îro Înê 7ê Rêbendana 1401an a Rojî, bo ser balyozxaneya Azerbaycanê li bajarê Tehranê êrîşek çekdarî hate kirin û kesek hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Pêka rapora medyayên rejîmê, demjimêr 8ê sibêdeha îro, kesek bi çeka klaşînkofê çûye nav balyozxaneya Komara Azerbaycanê û teqe kiriye û bi vê sedemê kesek hatiye kuştin û du kes jî birîndar bûne.
Wezareta Derve ya Komara Azerbaycanê kuştina “Orxan Eskerof” yê berpirsê tîma parastina balyozxaneyê û birîndarbûna du pasevanên xwe piştrast kiriye.
Di vê derheqê de Serokê Hêzên Întizamî yê bajarê Tehranê daye zanîn, ku kesek 50 salî digel kurek 7 sal û keçek 14 salî çûne nav balyozxaneyê û ev kesê 50 salî teqe kiriye.