Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke siyasî li parlemana Swêdê bi rê ve çû

12:30 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Li parlemana Swêdê semînarek li jêr navê şoreşa “Jîna” û encamên vê şoreşê li Kurdistan û Îranê hat lidarxistin.

Roja Pêncşemî 6ê Rêbendanê, bi destpêşxeriya “Firêdrîk Malm, Çiya Eliyar û Hêja Baban” li ser navê Partiya Lîberal a Swêdê, semînarek li ser rewşa şoreşa “Jîna”yê li parlemana Swêdê bi rê ve çû.

Di vê semînarê de Endama Rêberî û Berpirsa Yekem a Hizba Demeokrat li Derveyî Welat Dr. “Kuwêstan Gadanî” û Parlemantara bi regez Îranî ya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê “Azade Ruchan” û Endamê Rêberî û Berpirsê Sekretariya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê “Kako Eliyar”, Mamosteyê Zanîngehê li Swêdê Dr. “Îdrîs Ehmedî” û Parlemantarê Partiya Lîberal a Swêdê “Firêdrîk Mallm” her yek li derheq şoreşa “Jîna” û encamên vê şoreşê gotarek pêşkêş kirin.

Her yek ji wan beşdarbûyan ku ji Partiyên Kurdistanî û akademîstên Swêd û Îranê pêk hatibûn, hizir û dîtingehên xwe bo domandina şoreşa “Jîna”yê li Îranê şirove kirin.

Cihê gotinê ye ku çend parlemantarên Swêdê û nêzî 100 kes ji Kurdên niştecîh yên Swêdê û medyayên Kurdî û Farsî, di vê semînarê de beşdarî kiribûn.