Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Kamêranê welatiyek Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin

16:53 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Roja Pêncşemî 29ê Befranbara 1401an a Rojî, welatiyek Kurd ê bi navê “Ehmed Babaxanî” yê xelkê bajarê Kamêranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, hêzên rejîmê bi bê hebûna ti belgeyeke yasyaî êrîş kirine ser mala wî walatiyê û ew binçav kirine.

Ehmed Babaxanî piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Heta niha lipeykevtinên malbata “Babaxanî” bo agehdarbûn ji qedera wî bê encam bûye.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî li dijî “Ehmed Babaxî” ti zaniyariyek li berdest nîne.

“Ehmed Babaxanî” birayê şehîd “Mûsa Babaxanî” yê Endamê Rêberiya PDKÎ ye ku li meha Gelawêja sala 1400an a Rojî de, li hotela “Gul Silêmaniyê” li bajarê Hewlêrê ji aliyê terorîstên ser bi rejîma Îranê ve hatibû terorkirin.