Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildana Belûçan li bajarên Belûçistanê li dijî rejîma Îranê dest pê kir

16:54 - 27 Kanûna Paşîn 2023

Îro roja Înê 7ê Rêbendana 1401an a Rojî, xelkê Belûçistanê piştî nimêja Înê, rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê serhildan kirin.

Azadîxwazên Belûç li bajarê Dizapê bi hilgirtina benêrek perroyî dane zanîn: “Ne Seltenet ne rêberî, demokrasî û beranberî; Wekîlê me hizba Belûçistanê Racî Tepakî ye”.

Her li Dizapê xelkê Belûç silogana “mirin bo dîktator, mirin bo besîcî, Xamineyî heyayê bike û dev ji welat berde û mirin bo Xamineyî dan”.

Li Dizapê bi hezaran kes li ser şeqaman bûn û wan di berdewamiya serhildana xwe de silogana “ev hemû sal cinayet, mirin bo Wilayet” dan.

Li bajarê Raskê yê Belûçistanê jî, xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Mewlewî Ebdulhemî pişnimêjê mizgevta Mekkî ya Zahidanê jî, wekî hefteyên derbasbûyî li dijî rejîma Îranê axavtin kir, navbirî li xutbeya xwe de got: “Îro yekîtî, yekrêzî û hevgirtina netewên Îranê mînak e û wan di cugrafiyaya Îranê de malbatek mezin ava kirine.”