Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha rejîma Îranê çendîn tohgmet bi ser wêneger Gelawêj Ehmedî de sepand

10:06 - 28 Kanûna Paşîn 2023

Tohmetên ku bi ser Gelawêj Ehmedî, çalakvana medenî, wêneger û birêvebera Atoliyeya “Ejîn”ê de hatinî sepandin, roja Çarşemî 5ê Rêbendana 1401an a Rojî, di taya du ya lêpirsîna dadgeha giştî û Înqilaba Sineyê de jê re hatine ragihandin.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, taya du ya lêpirsîna dadgeha giştî û Înqilab a rejîmê li Sineyê, bi serokayetiya “Fariyabî”, ew wênegera Kurd bi “hewldan li dijî ewlehiya netewî, belavkirina tiştên direw û pêwendîgirtin digel medyayên dijber” hatiye tohmetbar kiriye.

Roja Yekşemî 1ê Rêbendana 1401an a Rojî, demjimêr 11 sibêdehê, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst, êrîşê ser atoliyeya “Ejîn”ê li bajarê Sinê kirin û wan tevî xisargihandin bi kelûpelên Atoliyeyê, bi şêweyek xirab û hovane digel personelên atoliyeyê û Gelawêj Ehmedî reftar kirine.

Di heyama salekê de, eva cara duyê ye ku hêzên Spaha Psdaran êrîşê ser Atoliyeya Ejînê dikin û hewla jinavbirina kelûpelên wê didin.