Saziya Mafê Mirovî ya Îranê ku li bajarê “Oslo” li Norwêjê de cihgîr e bi belavkirina raporekê daye zanîn ku rejîma Îranê di heyama 26 rojan de zêdetir ji 55 kes li Îranê îdam kirine.
Roja Înê 7ê Rêbendanê, Saziya Mafê Mirovî ya Îranê li derheq îdamkirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve, raporek belav kiriye û pêka vê raporê ji destpêka sala 2023an a Zayînî heta niha zêdetir ji 55 kes bi armanca tirsandina xelkê nerazî li Îranê, hatine îdamkirin ku 37 kes ji vê amarê girêdayî bi madên hişber in.
Herwisa wê rêkxirawa mafê mirovî di rapora xwe de tevî îşarekirin bi zêdebûna rêjeya îdamkirinan li Îranê di wan salên dawiyê de nivîsiye: “Armanca wan îdamkirinan tenê tirsandina xelkê û çêkirina rewşek hov e di nav civakê de ye û armanca Komara Îslamî ya Îranê siyasî ye”.