Bi kirêgirtiyên Spaha Pasdarana a terorîst li gundê “Qereseqel” ê girêdayî bajarê Şinoyê, bi armanca çêkirina fitneyan erd û baxên kesên xweşnav û welatperwer dişewitîne.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 7ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, kesên derfetçî û bi kirêgirtiyên Spaha Pasdaran a terorîst, bo çêkirina fitne û dijayetiyê li gundê “Qereseqel” ê girêdayê bajarê Şinoyê, çûne nav zevî û erdên kesên xweşnav û cihê hitbara xelkê vî gundî û agir berdane bax û rezê wan û ji nav birine.
Spaha Pasdaran a terorîst, bi şêwazeke nemirovane di Kurdistanê de dawî hewlên xwe dide ku wan kesayetiyên ku xweşnav û welatperwer in û xelk hitbarê bi wan dike, hewlê dide ku bi her şêwazekê xisarê li wan bixe û di hewla dawiyê de bi rêya bi kirêgirtiyan re dar û baxçeyên wan şewitandine da ku bi vî awayî hitbara wan di nav xelkê de kêm bike, lê pîlanên rejîma Îranê bi rohnî bo xelkê Kurdistanê eşkere bûne.