Roja Çarşemî 5ê Rêbendana 1401an a Rojî, welatiyekî Kurd yê bi navê “Kejwan Qadirmerzî”, yê xelkê bajarê Qurwe, ji aiyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hate girtin û bo cihek nexuy hate veguhastin.
Hêzên rejîmê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd girtine.
Birayê “Kejwan Qadirmerzî” yê bi navê “Mêhrdad Qadirmerzî” ku pêşîneya karî wî bernamenivîsî ye, roja Duşemî 12ê Befranbara 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû girtin û ji bo lêkolînê bo îdareya Îtilaata Sinê hatibû veguhastin.
Hêzên rejîmê di dema binçavkirina “Mêhrdad Qadirmerzî” de, dest bi ser hin kelûpelên wî yên şexsî ji wan leptap, telefona şexsî, telefona bav û birayê wî û maşîna wan ya şexsî de girtine û digel xwe birine.