Ciwanên şoreşgêr ên gundê “Kuçik Wetemîş”ê bi anînaxwarê ya ala rejîma Îslamî ya Îranê di gundê xwe de, ragihandin ku rejîma Îranê di Kurdistanê de ti rewatiyek nîne.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 7ê Rêbendanê, ciwanên şoreşgêr û xwedî helwîst ên gundê “Kuçik Wetemîş” ê girêdayî bajarê Bokanê, bo dijayetîkirin digel Rejîma Îranê, alaya rejîmê li ser banê dibistana wî gundî anîne xwarê û peyameke rohn bo dagîrkerên Kurdistanê re dan ku ew alaye ti cih û pêgehek li ser axa Kurdistanê nîne.
Piştî şoreşa “jin jiyan azadî”, bo ciwanên biwêr ên Kurdistanê bi tevawî eşkere bûye ku rejîma Îslamiya Îranê bi her şêwazekê di Kurdistanê de rejîmek dagîrker û terorîst e, lewma xelkê qehreman ên Kurdistanê bi dirêjahiya dîroka rejîmê, ti car ew rejîm qebûl nekirine û niha jî zêdetir ji caran qebûl nakin û heta bo dijayetîkirin digel vê rejîmê her karek hewce be, cî bi cî dikin.