Saziya Lêborîna Navnetewî roja Înê 7ê Rêbendanê, bi weşana daxuyaniyekê ji rayedarên rejîma Komara Îslamî ya Îranê xwestiye ku cezayê nedadperwerane yê îdama sê xwenîşanderên girtî ku di bin îşkenceyan de ne, bi zûtirîn dem bê hilweşandin.
Wê saziya mafê mirovî gotiye ku ew agehdar bûne ku Spaha Pasdaran a terorîst destdirêjî kiriye bi ser yek ji wan sê kesan de û ew xistine bin şikenceya destdirêjiyê.
Saziya Lêborîna Navnetewî nasnameya wan sê xwenîşanderên girtî wiha daye zanîn: “Erşiya Tekdestan yê 18 sal, Mehdî Mihemedîfer yê 19 salî û Cewad Ruhî yê 31 salî.”
Ew sê xwenîşanderên girtî her yek ji wan bi du car îdamê hatine tohmetbarkirin û tohmetên wek “miharibe û fesad fî erzê” bi ser wan de hatine sepandin.
Rejîma serkutkar a Îranê ciwanên Îranê bi hêncetên cuda digire û di bin îtirafên bi zorê de tohmetên cuda bi ser wan de disepîne.