Li rêya Dîwander-Sine bûyerek dijwar a hatinûçûnê di navbera Mînîbos û kamiyonekê de rû da û bi wê sedemê 7 kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Şeva derbasbûyî 7ê Rêbendanê, li rêya Dîwander-Sine du maşînan li hev xistin û di vê bûyerê de 4 kes bûne qurbanî û 3 kes jî birîndar bûn.
Rêya di navbera Dîwandere- Sine xirabtirîn rêya hatin û çûnê ye ku her sal hejmarek ji welatiyên Kurd tê de dibine qurbanî û rejîm jî ti bûdceyekê bo çêkirina wan rêyan dabîn nake.
Navê wan rêyên parêzgeha Sinê bi “qetilgeh”ê têne nasandin.