Li civîna taybet a parlemana Ewropayê ya li bajarê Brûkselê, li ser bi terorîstnaskirina Spaha Pasdaran a terorîst tekezî hate kirin.
Di wê civîna taybet de, hejmarek ji nûner, çalakvan û kesayetiyên siyasî yên Ewropayî û yên bi regez Îranî beşadarî kirin û Nûnera Beljîkê li parlemana Ewropayê “Derya Sefayî” û nûnerê Swêdê li parlemana Ewropayê “Çarlî Waymêrz” li derheq hewcehiya bi terorîstnaskirina Spaha Pasdaran a terorîst axivîn.
Nûnera Beljîkê li parlemana Ewropayê “Derya Sefayî” berî destpêkirina civînê got: “Spaha Pasdaran ne bi tenê xelkê Îranê dikuje belkî di alozkirina rewşa ewlehiya welatên cîhanê de jî rol heye”.
Herwisa nûnerê Swêdê li parlemana Ewropayê “Çarlî Waymêrz” jî got: “Ew konferanse li derheq Spaha Pasdaran a Îranê, naveroka Spaha Pasdaran û çalakiyên vê yên terorîstî, gefxwarinê Spahê ji welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û tevahiya cîhanê ye û Biryara Şêwreya Ewropayê li derheq zêdenekirina navê Spaha Pasdaran li listeyê girpûn terorîstî biryarek baş nebû”.
Herwisa navbirî bi tekezî got: “Dorpêçên nû yên Ewropa li dijî fermandeyên Spahê baş in, lê bi qasî hewce nînin, divê givaşên herî zêde bêxine ser Îranê, divê Spaha Pasdaran bi terorîst bê naskirin, Bercam bê sekinandin û divê piştevanî ji xelkê Îranê bê kirin”.