Wezîrê Karê Derve yê berê yê Amerîkayê, di pirtûka xwe ya nû de nivîsiye ku, rejîma Îslamiya Îranê ku bi destê Xumeynî hatiye avakirin, saziyeke terorîstî di peykera hikûmetê de ye.
Pompeo di pirtûka xwe ya bi navê, “Pêngavek ber bi paşve neçe û xebat bo Amerîkaya ku jê hez dikim” de, nivîsiye, rejîma Îranê bi çêkirin û piştevanîkirin ji girtûpên terorîstî yên weke Hizbulaha Lubnan û Husyan li pey zêdexwazî di navçeyê de ye.
Herwisa navbirî di vê pirtûka xwe de gotiye ku, ti cudahiyek di navbera rejîma Îslamî û saziyên terorîstî yên weke El_Qa`îde de tune ye û berewajî hizra giştî, binkeya El_Qa`îdê ne li Efxansitanê de ye belku li Îranê de ye.