Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna nûnerên Hizbê digel serokê Senatorên Ustiraliyayê

15:25 - 28 Kanûna Paşîn 2023

Selah Pûresed û Mesûd Pîran, Nûnerên PDKÎ derheq şoreşa Jînayê kombûnek digel "Larîsa Watêrz" Serokê Senatorên Partiya Kesk a Ustiraliyayê pêk anîn.

Roja Înê 7ê Rêbendanê, heyeteke PDKÎ ku pêkhatibû ji rêzdaran Selah Pûresed û Mesûd Pîran, civînek bi mebesta spas û pêzanîn ji deweta Ustiraliyayê li hember xistina sizayan bi ser rejîma Îranê de, şermezarkirina cezayê bidarvekirinê û şermezarkirina serkuta xelkê Îranê ji aliyê wê rejîmê ve, digel "Larîsa Watêrz" Serokê Senatorên Partiya Kesk a Ustiraliyayê pêk anîn.

Di beşeke vê hevdîtinê de nûnerên Hizbê bi dirêjî behsa bûyerên 4 mehên derbasbûyî, xebata medenî ya xelkê li dijî Komara Îslamî, tepeserkirina hovane ya rejîmê, rewşa girtiyan û îşkencekirina girtiyên siyasî kirin.

Di vê navberê de Senator Larîsa Watêrz jî, kêfxweşiya xwe ya ji hevdîtinê anî ziman û diyarî kir ku ewê piştgiriya xwe ya ji bo xebata xekê Kurd û xelkê Îranê bidomînin û ew dê ji hemû warekê ve wan piştgiriya berfireh bikin.