Şêwreya Hevahengî ya Damezraweyên Sendîkaya Mamosteyên Îranê derheq serkutkirina mamosteyên dibistanê ji aliyê rejîma Îranê ve daxuyaniyek belav kir.
Şêwreya Hevahengî ya Damezraweyên Sendîkaya Mamosteyên Îranê di beşeke daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Tevî hemû huşdariyan, ziyanên karesatbar yên siyaseta li ser bingeha cudahîdanîn û nedadperwerî, bêdengkirina dengan û bêparkirina çalakvanan û nemaze çalakvanên sendîkayî û medenî ji mafên wan yên rewa, desthilatdarên Îranê hîn jî wisa difikirin ku guhertina dîtingehan çareseriyeke guncaw ji bo kêmkirina nerazîbûn û xwenîşandanan nîne, belkî berdewamî û berfirehkirina siyaseta çewisandin û hov dikare rewşê li gor wan kontrol bike.
Şêwreya Hevahengî ya Damezraweyên Sendîkaya Mamosteyên Îranê dibêje: “Tohmetên direw ku bi ser çalakvanên sendîkayî û medenî de hatine sepandin, ti carî cihê qebûlkirina civatgeha yasayiya welat nebûye û di bin givaşa efser û hêzên derveyê hêza dadweriyê de, sendîka û çalakvanên sivîl cezayên giran bi ser wan de tê sepandin.
Şêwreya Hevahengî ya Damezraweyên Sendîkaya Mamosteyên Îranê di daxuyaniya xwe de tevî şermezarkirina hikmê derkirina mamosteyan li dibistanê, hikmê girtîgehê û birîna cezayê giran bo wan, dide zanîn ku desthilatdarên Îranê tohmetan bi ser kesên herî biwêr, zanatirîn û mafnastirîn kesan de disepînin û li ser vê bingehê biryarên nedadperwerane û neyasayî derdixin.
Di dawiyê de jî, ew şêwraye daxwazê dike ku rejîm bi zûtirîn dem û bi bê ti mercekê mamosteyên dibistanan azad bike.