Li bajarê Xoyê yê ser bi parêzgeha Urmiyê duh şev 8ê Rêbendanê, erdhejek bi pileya 5.9 rîxterî hat û hejmarek welatiyên vî bajarî canê xwe ji dest dan û hejmarek zêde jî birîndar bûn.
Pêka nûçeyên xwecihî, di vê erhejê de heta niha 3 kesan canê xwe ji dest daye û 664 kes jî birîndar bûne.
Erdheja duh şev ya bajarê Xoyê, 20 heta %50 bi xaniyên 70 gundên bajarê Xoyê zirar gihandiye.
Tevî vê ku derbeyeke giran bi xaniyên welatiyan kevtiye, berq û gaza wan hatiye qutkirin û welatî vê gavê di bin xîvetan de dimînin.
Bajarê Xoyê roja 28ê Befranbarê jî, erdhejek bi pileya 5.4 rîxterî bi xwe ve dît ku ziyanên madî ji xelkê kevtin û hejmarek kes jî birîndar bû. Ew bajare ji destpêka meha Befranbara 1401an ve heta niha çendîn caran şahidê erdhejan bûye.