Duh şev li çendîn bajarên Îranê teqînên mezin rû dan ku dîmenên wan her zû di nav torên civakî de hatine belavkirin.
Dîmenên teqînek mezin li bajarê Îsfehanê her zû di nav torên civakî de dest bi dest dibûn û didane zanîn ku êrîşên dronî bo ser binkeyên rejîma Îranê hatine kirin.
Her piştî vê teqînê li bajarê Melayira Hemedanê û Azerşehra Tewrêzê jî dengê çendîn teqînan hate bihîstin û dîmenên wan jî hatine belavkirin.
Piştî çend xulekan rûpela “Elf” (Aleph) a ser bi Îsraîlê bi belavkirina çend dîmenek ji vê teqînê, êrîşa dronî bo ser binkeyên rejîmê teîd kir.
Di vê derheqê de, Wezareta Berevanî ya rejîma Îranê dibêje, ev êrîşe êvariya roja Şemî 8ê Rêbendana 1401an a Rojî, derdorê demjimêr 23:30an li ser yek ji navendê berhemanîn a wê wezaretê hatiye kirin û yek ji van dronan ji aliyê berevaniya esmanî ve hatiye xistin.
Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya rejîmê de îşare bi wê yekê jî hatiye kirin ku “du dronên êrîşkar” jî hatine xistin û teqiyane”.
Bikarhênerên torên civakî dibêjin ku ew êrîşane ji aliyê Îsarîlê ve hatine kirin. Lê heta niha welatê Îsraîlê ew êrîşa bi fermî nekêşaye stuyê xwe.
Rejîma Îranê ji xisara canî û madî ya wan teqîn û êrîşan ti zanyariyek belav nekiriye.