Rojnamevan û xwandekara zanîngeha “Elame” “Nazîla Meirûfiyan” ji aliyê dadgeha Şoreş ya rejîmê ve bi dengê taya 26 ya wê dadgehê û bi dadweriya “Efşarî” bi tohmeta piropagindê li dijî rejîmê û belavkirina nûçeyên çewit bi mebesta afirandina nearamiyan ji rêya hevpeyvîn digel bavê “Jîna Emînî” bi 2 sal girtîgehê û 15 miliyon cezayê madî û 5 sal qedexeya çûneder ji welat hate cezakirin.
Navbirî nûçeya cezayê ku bi ser de hatiye sepandin li ser rûpela xwe ya “Tiwîter”ê belav kiribû.
Herwisa navbirî ragihandiye ew cezayên ku bi ser de hatinî sepandin bi bê kombûnên dadgehiyê û amadebûna wê û hebûna mafê berevanîkirin ji xwe hatiye dan.