Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna qedera Şêrzad Azerberzîn li girtîgeha Nexedê

10:51 - 29 Kanûna Paşîn 2023

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Şêrzad Azarberzîn” xortê temen 25 salî û xelkê bajarê “Pîranşar”ê di girtîgeha bajarê “Nexed”ê de ye û qedera wî nexuya ye.

Pêka Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer hatiye bêparkirin.

Roja Yekşemî 6ê Sermawezê, ew welatiyê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Pîranşarê hatibû veguhastin û piştî bi dawîhatina lêpêçînê bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hatibû veguhatin.