Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Norwêjê xwenîşandanek li ser sekinandina îdamkirinan li Îranê hate lidarxistin

11:14 - 29 Kanûna Paşîn 2023

Li rêkevta 8ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, xwenîşandanek mezin bi beşdariya hejmarek zêde ji endam û alîgirên Hizba Demokrat û hêzên Kurdî û Îraniyên niştecih li Norwêjê hate lidarxistin.

Xwenîşander ji rawestingeha qetar a bajarê Osloyê, bi siloganên Kurdî, Norwêjî û Farsî ber bi şeqama sereke ya bajarê Oslo û parlemana wî Welatî ve bi rê kevtin û xwenîşandanek mezin lidar xistin.

Di dawiya xwenîşandanê de, biryarnameyek hate xwendin ku tevî piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê, xelkê bêzarbûyî yên Îranê û bi taybet xelkê Kurdistan û Belûçistanê, bi nûneratî ji xelkê Îranê, çendîn daxwazî ji parlemana Norwêjê kirin.

Daxwazên wan xwenîşanderan ji zêdekirina navê Spaha Pasdaran a terorîst bi listeyê girûpên terorîstî, daxistina balyozxaneya rejîmê li Norwêjê û sekinandina îdamkirina xwenîşanderan û sekinandina hemû pêwendiyên dîplomatîk digel rejîma Îranê pêk hatibûn.